Read Anywhere and on Any Device!

Subscribe to Read | $0.00

Join today and start reading your favorite books for Free!

Read Anywhere and on Any Device!

  • Download on iOS
  • Download on Android
  • Download on iOS

Zinar Soran

3/5 ( ratings)
Born
October 01 1955
Zinar Soran di 2yê cotmeha 1955 de li gundê Qizilê ya Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Zaroktiya wî di odeya gund û di nav civata eşîrtiyê de derbas dibe. Di wê demê de, ode û civata kurdî hê ji şevbihêrkên dengbêj û çîrokbêjan xalî nebûne. Bingehê ziman û çanda xwe ya kurdî ji wê civatê û wan şevbihêrkan werdigre.

Berî ku ew dest bi dibistana destpêkê bike li cem Mele Mahmûdê meleyê gund Quranê carî dike. Pênc salî dest di dibistana gund dike. Ji gund xwendekarê pêşî ye ku piştî dibistana destpêkê xwendina xwe didomîne. Dibistana navîn li Wêranşehrê, lîseyê jî li Mêrdîn û Entabê dixwîne.

Pêwendiyên malbata wî û bi taybetî têkiliyên apê wî Hecî Hesen bi hinek meleyên welatparêz yên wê demê re dibe destpêka kurdperweriya wî. Hîna di dema dibistana pêşîn de, apê wî çend helbestên kurdî bi wî dide jiberkirin.

Piştî xwendina xwe ya lîseyê diqedîne, di nîsana 1973an de dihere Almanyaya Rojava. Beşdarî Festîvala Berlîna Rojhilatê ya navneteweyî dibe. Di wê demê de bi Peymana 11ê Adarê di nav Tevgera Kurdistana Iraqê û dewleta Iraqê de, kurdên Başûr mafê xweseriyê bi dest dixin. Ji ber vê yekê jî cara pêşîn bû ku, grûbek kurd li ser navê Kurdistana Iraqê, bi awayekî resmî û bi cil û bergên kurdî beşdarî fesîtvaleke weha navnetewî dibûn.

Lê piştî demekê, ew qîma xwe bi jiyan û xebata siyasî ya Ewrûpayê nayîne û vedigere welêt. Li Diyarbekirê dest bi xwendina bilind ya mamostetiyê dike. Di wê demê de, ji hilekê de xwendina xwe û ji hêla din de jî xebata xwe ya siyasî didomîne. Lê ji ber ku karbidestên dewletê dibistana Diyarbekirê digrin, ew jî wek gelek xwendekarên dinê xwendina xwe li Ankarayê didomîne û di sala 1979an de xwendina xwe diqedîne.

Piştî darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980yî dadikeve Binya Xetê. Di dawiya sala 1983an de jî tê Swêdê û niha li vir dijî. Ew zewicî ye û sê keç û kurekî wî heye.

Li welêt di wê dema ku di nav tevgera neteweyî de çi bigre hemû gotûbêjên siyasî bi tirkî bûn, ew yek ji wan kesên pêşî ye ku dixwaze vê adetê bişkîne. Ew hewl dida ku di civîn, semîner û gotûbêjên xwe yên siyasî de bi kurdî biaxive. Lê ji bilî hinek têbiniyên taybetî yên di wan semîner û civînan de hîna dest bi nivîsandina kurdî nekiribû.

Cara pêşîn li Binya Xetê ji bo kovara zarokan Kulîlkê dest bi nivîsandina hinek çîrokên kurdî dike û ew çîrok di wê kovarê de tên weşandin. Ji ber vê yekê jî ew wê kovara zarokan Kulîlkê wek mamostayê xwe yê destpêka bikurdînivîsînê dibîne. Ew çîrok jî pêmayiyên wan şevbihêrkên civata kurdî yên zaroktiya wî bûn.

Piştî ku ew tê Swêdê dest bi mamostetiya kurdî dike. Ew giraniya xwe bêtir dide ser bikurdînivîsînê û wek prensîp êdî bi kurdî dinivîse. Bi taybetî li ser dîroka komele û rêxistên kurdan dixebite. Beşek xebat, lêkolîn û nivîsên wî di hinek kovar û malperên kurdan de hatine weşandin.

Ew demeke dirêj wek redaktorê berpirsiyar kovara zarokan Kulîlkê derdixe. Nivîsandina bi kurdî weke perçakî xebata siyasî ya neteweyî û demokratîk dibîne. Loma jî ji nivîskarekî bêtir xwe dildarê bi kurdînivîsînê dibîne.

Ji havîna 1990î û heta niha beşdarî nav xebata KURMANCiyê dibe. Weke tê zanîn ev xebat li ser zaravê kurmancî tê kirin û ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsî ve tê birêvebirin.

Yek ji wan bîst damezrînerên ku di 22.01.1995 de Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê damezrandin e. Ji roja ev komele hatiye avakirin û heta îro di Komîteya birêvebir ya vê komeleyê de cih girtiye. Herweha ji destpêkê heta dawiyê ew weke endamekî redaksiyona ÇIRAyê xebitiye ku kovara Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bû.

Berhemên wî yen hatine çapkirin:

Zinar Soran, Gurî çîrok û sepêhatiyên kurdî, Stockholm 1992
Zinar Soran & B.Welatevîn, Kurdiya Şîrîn, Stockholm 1993

Books from Zinar Soran

loader